Bangewaziya ji bo 3’yê Tebaxa

Bangewaziya ji bo 3’yê Tebaxa

 18.07.2018

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE


Wekî tê zanîn DAÎŞ di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir. Bi hezaran Êzidî qetil kirin, 6000 jin ûzarok esîr girtin. 400.000 Êzidî cîh û warên xwe terk kirin. Hê jî DAÎŞ 3000 jin û zarok di destên xwe de esîr digire.
Bi wesîleya 4emîn salvegera qirkirina DAÎŞ’ê ya li ser gelê Êzidî de dimeşîne, bangewaziya me di 2016’an de ji bo 3’yê tebaxê bibe “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan” dubare dikin. Roja 3’yê tebaxê wekî roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî qirkirina jinan bigirin dest û di vê rojê de çalakiyên hevpar li darbixin û di nava qada raya giştî ya navneteweyî de panel, semîner, atolye, bernameyên televîzyonan, pêşandana resîman divê were plansazkirin. Têkoşîna jinên Êzidî wekî têkoşîna xwe dibînin, banga rêxistinkirina çalakiyan û bilindkirina têkoşînê dikin.
Planên şer ên li hemberî Rojhilata Navîn hatine pêşxistin wekî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pênase dikin û destnîşan dikin ku her cûre êrîş û qirkirin li hemberî jiyan û hebûna jinan e.
Îsal jî bang li hemû jinên dinyayê, sazî û dezgehên demokratîk ên jinan, kesayet, tevger û rêxistinên jinan dikin ku li hemberî faşîzm û qirkirinê wê roja 3’yê tebaxê li gorî seata herêmî saet di 11’an de bi awayekî hemwext deqeyekê bêdeng bimînin, qurdêla reş girê bidin û li hemberî qirkirinê soza xwe bidin.

 

Em di wê baweriyêde ne ku li hemû qadên şer û pevçûn lê hene wê li dijî qirkirin û qirkirina cinsî ya li hemberî jinan tê meşandin, têkoşîna hevpar bimeşînin.
Dîmen û nivîsên çalakiyên di 3’yê tebaxê bên lidarxistin bi mere bên parvekirin û di heman demê de di medyayê de bên weşandin dê ji bo me gelekî water be. Em bang li herkesî dikin ku li gorî wateya roja 3’yê tebaxê di nava raya giştî de hestyariyekê ava bikin û rêxistiniya me ya jinê xurtir bikin.
Bi vê armancê em careke din çalakiyên bên lidarxistin rêz dikin.

  • Em armanc dikin ku roja 2’yê tebaxê li ser medya civakî girseyekê çêbikin. Seat di 00‘an de li ser Twîtterê hashtaga 3’yê tebaxê bdlav bikin.

 

  • Di navbera rojên 1-3’yê tebaxê de panel, bernameyên televîzyonê, pêşangehên resîman û dîmenên roja 3’yê tebaxê yên sûcê li dijî mirovahiyê bên parvekirin,

 

  • Em bang li herkesî dikin ku roja 3’yê Tebaxa 2018’an de seat di 20.00‘an de deqeyek bêdengî çêbibe, qurdela reş girê bidin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Bi hêviya ku em bi hev re li dinyayeke ku qirkirina jinan lê tunebe bijîn…
Berxwedana Jinên Êzidî Berxwedana Me Ye.
Bijî Berxwedana Jinên Êzidî. Bangewaziyaxwe dubare dikin.
Bila roja 3’yê Tebaxê “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan” were îlankirin.
PLATFORMA TÊKOŞÎNA JI BO JINÊN KU BIDARÊ ZORÊ HATINE DÎLGIRTIN

Email: womenstruggle2015@gmail.com

web:www.womenstruggle.org

 

ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ