Em Kîne

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê li hemberî kurdên Êzidî komkujî pêk anî; piştî vê li Rojava, Suriye û Iraqê li hemberî Suryan, Ermen, Tirkmen, Şebekên Şiî û Erebên ne ji wan sucê dij mirovahiyê meşandin. Platforma me ji bo tecrubeya jinên ji destê zayendîperest û dagirkerên DAlŞ`ê rizgar bûne li herêmî û navneteweyî parve bike, haya wan jê çêbikin, rêxistiniya jinan pêş bixin û têxe nava tevgerê; ev sûcên dijmirovahî û komkujiyê bibe platforma hiqûqa navneteweyî û ji bo jinên hej di destên DAlŞ`ê têbikoşin hatiye avakirin.

Platforma Ji Bo jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, platforma jinan a li hemberî forma zayendiparêz a desthilatdariya zilam a Rojhilata Navîn wekheviya civakî diparêze, bi biryare ku ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin têbikoşe û şopdarî sûcê komkujî yên li hemberî jinan û gelan pêk hatine, ava bûye.